Mem ARARAT - Koçer

Mem Ararat
Mem Ararat
4.1 میلیون بار بازدید - 6 سال پیش - KOÇERDifûre hilma tavê Vedixwîne zozananKulîlk
KOÇER

Difûre hilma tavê
Vedixwîne zozanan
Kulîlk e taca serê te yarê
Û keskesora li pey baranan

Gewza havîneke zer
Li banê welatê Meda
Şadibe bi pitikekê
Koçerim di wê rêyê da
Dikewînim brîna xwe
Bi xweliya kevnebajaran

Xunaviya li Zêrzewanê
Bû gol li qada Amîda
Dahatûya tefandî
Tov weşand li çar hawîran

Di paşla min de şitlek berû
Min spart axa girê şêra
Ji wê  ye kenê  tebaxê
Di xewlaneke zîz de me
Hindik mayê bimeşim
Maçek bidim wê yarê

Gotin û  Muzîk : Mem Ararat


Mix and mastering : Nîhad Jemsher
My Studio / Qoser

Gelî hevala vê hefteyê em bi strana bi navê 'Koçer' li pêşberî we ne.
Ev stran di sala 2016 an de hatiye nivîsandin. Min xwest vê stranê tenê bi dengê tembûrê saz bikim, lewma li gorî min  herî zêde dengê tembûrê li vê stanê tê. Xwestim bi awayê herî xwezayî bi we re parve bikim. Lewma ev stran herçend li studyoyê hatibe tomarkirin jî, bi awayekî zindî (hücum kayıt) hatıye xwendin. Ez bi wê hêviyê me serê we neêşînim. Silav û rêz û hezkirin bo hemû dost û heval û guhdaran.

Mem Ararat

https://itunes.apple.com/tr/album/xew...

https://open.spotify.com/album/0J8dt8...

https://www.memararat.org

Twitter: araratmemm

Facebook: araratmemm

Instagram: memararat__official


memararat
6 سال پیش در تاریخ 1397/10/29 منتشر شده است.
4,169,471 بـار بازدید شده
... بیشتر