Dîroka Têkoşîna Jinên Kurd- History of Kurdish Women Struggle
8.4 هزار بار بازدید -
7 سال پیش
-
Jin her tim bûne pêşengên
Jin her tim bûne pêşengên gel; gelê Kurd û Kurdistanê.
Di seranserê dîroka Kurdistanê de, peywira herî mezin a ku jinên Kurd girtine serxwe, bû pênaseya têkoşerî û avakeriya jîyanê.
Jinan li hemberî polîtîkayên zilm û zordariyê, komkujî û ji holê rakirin ên di hemû qadên jîyanê de, her gav asta berxwedanê blindtir kirine.
Ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava, jinên Kurd bûn dengê berxwedanê û meşa azadiyê. Carinan bûn agirên Newrozê ji bo gelê xwe, carinan bûn nivîs û pênus, carinan bûn fermandar, carinan sîyasetmedar û rêvebir. Carinan serokên eşîran û carinan dengbêj… û bûn banga berxwedana azadiyê û dengê jinên Kurd li hemû cihanê dengveda.
...
Xwedî derketina van nirxên pîroz û dîrokî, îro ji hemû rojan giringtir e. Eger jinên Kurd bixwazin bibin layiqên van nirxan, divê îro jî pêşengiya yekîtiya neteweya Kurd bikin. Yekîtiya gelê Kurd, hevparkirin û yekkirina têkoşîna Kurdistanê, ji her demê, dijwartir xwe dide serpandin. Ev yek jî bi dest û milên jinan û bi pêşengiya jinan pêkan e.
Ev banga jinên Kurd e; werin em bibin yek soz, yek doz û yek deng. Çawa kû di dîrokê de me ev qedera reş qabûl nekiriye û bûne pêşenga blindkirina jîyana jinan û gelên Kurd û Kurdistan em ê îro jî, ji bo jîyan û Kurdsitaneke azad bibin pêşengên yekîtiya gelê xwe.
Mil bi mil, dil bi dil. Em ji vê derê ne û li vê derene.

در تاریخ 1396/10/05 منتشر شده
است.
8,440
بـار بازدید شده