Dîroka Kurdistan - Mîtanî

Xwebûn
Xwebûn
1 هزار بار بازدید - 3 سال پیش - Mîtanî jî wekî kalikên xwe
Mîtanî jî wekî kalikên xwe jîr û zîrek bûne. Axa bav û kalên xwe parastine. Paytextê wan jî wekî Hûrriyan Waşûkanî ye. Em îro jê re Serêkaniyê dibêjin.
Li ser ala wan baskên teyrê baz û di navbera her du baskan de jî roj heye. Li bin baskên teyrê baz jî du kevot û du şêr hene.
Cîranên Mîtaniyan ên li bakur Hîttîtî, li başûrê wan Babîlî li başûr rojavayê wan jî Misirî hebûne.
Lê cîranek din ê Mîtaniyan heye. Qasîdên xwîşk û birayên Mîtaniyan ên li çiyayên Zagrosan bûn. Babîlî têk birin û li şûna wan dewleta Qasîdan a Babîlê ava kirin. Ango du împaratoriyên kurdan demekê bi hev re jiyan.
Her wiha piştre împaratoriya Asûran derdikeve holê û dibe cîranê Mîtaniyan.
Mîtanî di demek kin de axa xwe berfireh dikin û dibe împaratoriyek cîhanî. Bi cîranên xwe yên bakur ango bi Hîttîtîyan re gelek şer kirine.
Şûttarnayê 1'emîn, Parshatatar, Şaûştatar, Artatamayê 1'emîn, Şûttarnayê 2'yemîn, Artaşûmara, Tûşratta, Artatamayê 2'yemîn, Şûttarnayê 3'yemîn, Kurtîûvaza, Şattûara, Ûvasaşatta, Jîar ji qralên wan ên tên zanîn e.

Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin.

Malper: https://xwebun.org
Twitter: Twitter: rojnamexwebun
Facebook: Facebook: xwebun
Instagram: Instagram: rojname.xwebun
3 سال پیش در تاریخ 1400/04/15 منتشر شده است.
1,016 بـار بازدید شده
... بیشتر