Ji bo Derwêşê Evdî - Helbesta Abdullah Ocalan

Ikram Balekani
Ikram Balekani
462 بار بازدید - 2 سال پیش - Helbesta ku Şengal ji fermana
Helbesta ku Şengal ji fermana qirkirinê xilas kir.

Rêber û fîlozofê kurd Abdullah Ocalan sala 2010'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa Şengalê,  Helbestek nivîsî.

Ji bo Derwêşê Evdî

“Xwezî li çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma

Siwarê hespê boz li deşta Mûsilê bûma

Dema Derwêş birîndar dibû, ez biketama bin çengên wî
Û ber bi çiyayê Kurdistanê ve hilkişiyama

Min jê re bigota,
Qenc dêna xwe bidê, va ye bi hezaran diwanzde yar û Edlûl li vir in êdî
Min jê re bigota
Li van çiyayê ku xwedavendan lê textê xwe daniye
Tu rihet û aram razê

Min jê re bigota;
Mirin, ji ku tê û çawa tê bila bê, êdî ne xem e
Ya ku hatiye erêkirin, kurdayetî û jiyana azad e.

Êdî ev rastiya ebedî ye…”

Abdullah Ocalan – Imrali 10.01.2010
Wergera ji tirkî û Xwendin: Ikram Balekanî

#ikrambalekani
2 سال پیش در تاریخ 1401/12/21 منتشر شده است.
462 بـار بازدید شده
... بیشتر