Mem ARARAT - Gazin

Mem Ararat
Mem Ararat
290.5 هزار بار بازدید - 3 سال پیش - GAZINHebû tune bû rahmet li
GAZIN
Hebû tune bû rahmet li dê û bavên guhdaran
Li rêwiyan ,li sêwîyên li ber hêt û dîwaran
Guh bidin vê çîroka ji denge bayê baranan, gelî dost û hevalan
Çîroka me dent pê nake bi merhebayekê
Dest pê dike bi xatirxwestin û çend gazinan
Kulîlkek e Kurdîka,Kulîlkeke çiyayî û Kurdistanî
Çîroka wê ne çîroka şerekî ye
Çiroka evînek şikestî û emrek î pelweşandî ye.

Ev evîn tayeke sar e
Rê û hesret û adare
Pêt û agir jê dibare,
Çi har e, har e ,har e.

Jê dûr ketim dilêm diêşî
Dibe tofan erd  dihejî
Ne dukuje ne dihêlî,
çi jahr e,jahr e ,jahr e

Li nêviyê rê bê taqet mam
Gazî dikim nade  olan
Encax bi te wê bê Gulan
Tu were ,were,were

Li qiraxa emrek şikestî
Ji bo nîsanê tu bûyî hêvî
Çawa diçe û min dihêlî,
wa nabe,nabe ,nabe

Ger tu jî nebe sebra min
Gul û kulîlka baxê min
Wê zivistan be havîna min
Tim sar e,sar e,sar e

Dişewitîne êşa kevnar
Dibe sewta dojehek sar
Bi min re dinale kevîr û dar
Haware , were,were,were!

Helbest û Muzîk : Mem Ararat
Cura : Mem Ararat
Aranje  :  Mem  Ararat
Edît,Mîks,Masterîng: İrfan Akalan

https://itunes.apple.com/tr/album/xew...

https://open.spotify.com/album/0J8dt8...

https://www.memararat.org

Twitter: araratmemm

Facebook: araratmemm

Instagram: memararat__official


memararat
3 سال پیش در تاریخ 1400/02/27 منتشر شده است.
290,563 بـار بازدید شده
... بیشتر