Mem ARARAT - Sêva Sor

Mem Ararat
Mem Ararat
3 میلیون بار بازدید - پارسال - SÊVA SORDîlberek hat ji hêla
SÊVA SOR

Dîlberek hat ji hêla malê
Malwêran kir li lawikî
Hejand dil weke erdhejê
Delîl li halê wî xortikî
(dîsgotin)
 
Min dît ew cara ewilî
Bi fîstanê sor yê gul gulî
Xwedêyo ev keça kê ye?
Sêva sor a kîjan bexçî

Xort xwest keçik wî bibîne
Dilê xwe li ba dilê wî deyne
Bi çav bibîne û bi dil bihewîne
Bikin bihişt vê cîhanê
(dîsgotin)

Delala eşîra Milan
Çavîya êla Şikakan
Hunera pênûsa Ezdan
Hîn nû daketiye ji ezman
Keçê ketime bextê te
Tu bi xwedê kî min bibîne
Vî emrî wek gurzek kulîlk
Diavêjim ez ber lingê te

Keçik hat û çû rêya xwe
Lawik mat ma li ber derî
Êdî nema sebr û tebat
Li vî  warî  li vî bajarî

Keçik hat û çû rêya xwe
Lawik mat ma li ber derî
Êdî nema xewên şevan
Li ser erdî,li  jêr ezmanî

Gotin û Muzîk: Mem Ararat


Gîtara Klasîk : İlkan Pala
Gîtara Bas: Serkan Çelik
Lavta : Hüseyin Can Pala
Keman Akgül Ertuğ
Bilûr : Serkan Yıldırım
Perkusyon: Ömer Avcı
Edît û Tomarkirin: Deniz Pektaş,Mem Ararat
Mîks û Masterîng: Nîhad Jemsher
Tembûr û Cûra : Mem Ararat
Back Vokal: Sevgul;Sozdar û Mem
Vîdeo Klîp: Robîn
Aranje : Mem Ararat

Gelî dost û hevalan , dor hat strana sêemin,ku navê wê ' Sêva Sor' e.
Bila ev diyariya cejnê be bo we hemû guhdaran. Bi hêvî me ev stran tam a şekirê cejnên zarokatiyê bide we û we kêfxweş bike. Ew şekirê me di berdêla tasek genim an jî du lib hêk ji çerçiyan dikirî. Ew şekirên nav zêrikan :)

Ez spas dikim ji hemû rêhevalên xwe re kû bi saya keda wan ev rêwîtiya me bi ken û gul û kulîlk berdewan dike. Serkan,Nîhad,Akgül,îlkan,Denîz,Huseyîn,Sevgul,Roza,Sozdar, Robîn û hemû rêhevalên din hezar cari malavaniya we dikim.

🔴Hemû mafên stranê parastî ye. Bêyî destûr kopî kirin qedexe ye.
      (Her hakkı saklıdır,izinsiz kopyalar telif ihtarı ile kaldırılacaktır)

https://itunes.apple.com/tr/album/xew...

https://open.spotify.com/album/0J8dt8...

https://www.memararat.org

Twitter: araratmemm

Facebook: araratmemm

Instagram: memararat__official


memararat
پارسال در تاریخ 1402/01/30 منتشر شده است.
3,066,370 بـار بازدید شده
... بیشتر