Koma Cûdî - Serhildan e

Hunera Pîroz
Hunera Pîroz
544 بار بازدید - 5 ماه پیش - Koma Cûdî - Serhildan eEv
Koma Cûdî - Serhildan e

Ev stran ji Kasêta bi navê Şehîd Diktor. Nûredîn ( Kendal)  ya sala 1992'an ya  ji berhemên koma Cûdî ya bajarê Dêrika Hemko

Têbînî : Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be,  lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Cûdî - Serhildan e

Pêşgotin:
Li dijî zilim û zora kedxwar û mêtîngeran gelê Kurdistanê bi zar û zêç jin û mêr kal û pîr bi serhildanên çekdarî radibin û rûpelek nuh di dîroka serhildanên gel de vedikin Serhildanên gelê me li bajarê Şirnex Misêbîn Cezrê Dêrsim Mardîn Amed bersiva sala 92'an didin û mizgînî ya serkeftinê didin her çar hêlê Kurdistanê

Li Şernexê serhildan e ceng û şer û halan e
Li ser hêzên dijminan îro îro ferman e
Bijî bijî bijî serhildan
Silav li wan rapervanê Kurdistan

Zar û zêç jin û mêr bi kevir û bêr
Êrîş dikin li ser dijmin rengê şîp û şêr
Ala sor bilind dikin şûna heyv û stêr

Zincîra koletî ji pî qetandin
Sînorê zlim û zorê wan herifandin
Tîrêjê azadiyê li me hilatin

Dêrsim Cezrê Misêbîn bersiv zû vedan
Bend û sînor hilanîn daketin dîlan
Tola hezarê salan standin ji wan
……………………………………………………………….

Xwendina pêşgotinê: Melevan Resûl
Helbest: Diljan Cûdî
Awaz: Ednan Bavê Hêco
Deng: Elî Mehmûd

Çavkanîya agahdarîyan:
Diljan Cûdî
Ednan bavê Hêco

Filter û mastrîng:  Erdelan Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û redekter: Elî Hacî
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandina dawî: Mistefa Hesen
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkeş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çiyayî
5 ماه پیش در تاریخ 1402/11/09 منتشر شده است.
544 بـار بازدید شده
... بیشتر