Koma Cûdî - Bûka Cîhanê

Hunera Pîroz
Hunera Pîroz
614 بار بازدید - 23 ساعت پیش - #Koma_Cûdî
#Koma_Cûdî #Bûka_Cîhanê #sitranê_kurdî #كوما_جودي Sitrana bi navê "Bûka Cîhanê", yek ji berhemên "Koma Cûdî" ya bajarê Dêrika Hemko ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Şehîdan (Îsmaîl - Emer- Ceger)" ya sala 1991' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin. Têbînî : Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in. Koma Cûdî - Bûka Cîhanê Ev stran ji alboma bi navê Şehîdan (Îsmaîl - Emer- Ceger) a sala 1991'an a ji berhemên koma Cûdî ya bajarê Dêrika Hemko. Koma Cûdî - Bûka Cîhanê Bûka cîhanê warê Kurdaye Her çar aliyên wê bi xemilînin Gula jiyanê welatê min Deşt û zozanin mêrg û zevîne Bax û bustanin rizgar bikin em Betrol û tav zîv û zêrîn Tev xêr û bêrin xwarin dijmin Şewq û pit bûye agirê min Zemîn aşiq bû rizgariyê Wê ava bên bajar û gund Wê derman bibê birîna min Ji stêrka sor jêr arê gulan Bûye qîyamet şerê hebûn Zarok bûn şêr li nav cengê Keç bûne şêr li milê mêr ………………………………............ Helbest: Nizar Yosif Awaz: Nizar Yosif Deng: Nisrîn Temê Çavkanîya agahdarîyan: Diljan Cûdî Ednan bavê Hêco Seîd Îsmaîl Heybet Nizar Yosif Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê Tîprêzî: Cîhan Osman Lêveger û redekter: Elî Hacî Wêne: Dilşad Îsa Montac: Lawîn Mûsa Şopandina dawî: Mistefa Hesen Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkeş Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çîyayî
23 ساعت پیش در تاریخ 1403/07/16 منتشر شده است.
614 بـار بازدید شده
... بیشتر