Mem Ararat - Te Dilê Min Şikand

Zîz Muzîk
Zîz Muzîk
36.2 هزار بار بازدید - 4 ماه پیش - TE DILÊ MIN ŞIKANDEw sebra
TE DILÊ MIN ŞIKAND

Ew sebra weke behran
Zuwa bû te miciqand
Destên min li ser dilê min hur hurî bû ji xeman
Hurhurî bû ji xemam
Te dilê min pir şikand
Te dilê min kûr şikand

Gelek çîya hedimîn ji korbûna dildaran
Eyloyên bêminet jî xwe rûçikandin li ezman
Hezkirina min bêdawiye lê te ez gelek westand
Êdî ruyê min li çiya ye
Te dilê min pir şikand.
Hezkirina min bêdawiye lê te ez gelek westand
Êdî ruyê min li ba ye
Te dilê min pir şikand
Te dilê min kûr şikand

Bêheyf bû kulmek hinar
Bêheyf bû ked û xwêdan
Lavlavkek im çilmisîm li ber hemû dîwaran
Bi gotinên wek xenceran
Te dilê min pir şikand
Bi awirên wek xenceran
Te dilê min pir şikand

Dizanim tu fam nakî çawa diderize zeman
Dizanim tu fam nakî çawa diderize ezman
Qet nebe vê bizane,ji te hezdikim weke dînan
Ne bi carekêde şikestim,hêdî hêdî pir caran
Dibe kû ne bi qest be lê te dilê min pir şikand
Te dilê min kûr şikand

Eferim ji te re…



Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Aranje : Mem Ararat
Perkusyon: Deniz Pektaş
Edît : Deniz Pektaş
Gîtara Klasîk : İlkan Pala
Gîtara Bas: Deniz  İnal
Tembûr û Sêtêl : Hüseyin Can Pala
Keman : Serdar Baba
Tomarkirin: Deniz Pektaş,Mem  Ararat
Mîks û Masterîng: Nîhad Jemsher
Vîdeo Klîp: Robîn
4 ماه پیش در تاریخ 1403/02/22 منتشر شده است.
36,232 بـار بازدید شده
... بیشتر