BelgeFilm-Rojên dawî yên Şoreşa Îlonê | بەڵگەفیلم- رۆژەکانی کۆتایی شۆڕشی ئەیلوول
4.3 هزار بار بازدید -
10 ماه پیش
-
ئێگیل ئولاتیا، رۆژنامەنووسی نەرویجی له
ئێگیل ئولاتیا، رۆژنامەنووسی نەرویجی له ساڵی 1975 لهگهڵ كامێرامانهكهی به ئۆتۆمبێلی خۆیان دێنه باشووری كوردستان، ئهوان بۆ تهلهڤزیۆنێكی نهرویجی كاریان دهكرد، دهیانویست بەڵگەفیلمێک له سهر شۆڕشی كورد له دژی حكومهتی عێراقی بكهن، ئهوكات كۆتایی رۆژهكانی شۆڕشی ئهیلوول بوو. ئێگیل ئولاتیا، دهچێته نێو پێشمهرگهكان و ناوچه ئازادكراوهكان دهبینێت، چاوی به چهندین سهركردهی كورد دهكهوێت، له ناویاندا چاوپێكهوتنێك لهگهڵ مهلا مستهفا بارزانی، سهركردهی شۆڕشهكه دهكات. لهكاتی گهڕانهوهی بۆ نهرویج، بەڵگەفیلمێکی 32 خولەکی ئامادە دەکات و پەخشی دەکات، تۆڕی میدیایی رووداو بۆ یەکەمجار بە کوردی لە دوای ساڵی 1975 دووبارە پەخشی دەکاتەوە.
ئەم بەڵگەفیلمە لە ساڵی 1975 بەرهەمهاتووە.
Di sala 1975an de, rojnamevanê norwecî Egil Ulatia li gel kameramanê xwe bi otomobîla xwe têne Başûrê Kurdistanê. Wan ji bo televizyoneke norwecî kar dikir û dixwestin belgefîlmekê li ser şoreşa kurdan a dijî hikûmeta Iraqê çêbikin. Wê çaxê rojên dawî yên Şoreşa Îlonê bû.
Egil Ulatia diçe nav Pêşmergeyan û navçeyên rizgarkirî dibîne, çend serkirdeyên Kurd jî dibîne. Di nav wan de hevpeyvînekê bi serkirdeyê şoreşê Mela Mistefa Barzanî re saz dike. Dema ku Egil vedigere Norwecê, belgefîlmeke 32 deqeyî amade dike û diweşîne. Tora Medyayî ya Rûdawê yekem car piştî sala 1975an cardin bi kurdî diweşîne.
Ev belgefîlm sala 1975an hatiye berhemanîn.

در تاریخ 1402/06/15 منتشر شده
است.
4,365
بـار بازدید شده